Almanya firokeyên xwe ji Încirlêkê vedikişîne

Artêşa Almanyayê amadekariya vekişandina 6 firokeyên Tornado ji binkeya Încirlîkê ya Tirkiyê dike, heger Enqere rê nede serdana parlementerên Almanya serdana wê binkeya leşkerî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Almanyayê amadekariya vekişandina 6 firokeyên Tornado ji binkeya Încirlîkê ya Tirkiyê dike, heger Enqere rê nede serdana parlementerên Almanya serdana wê binkeya leşkerî bikin.

Li gor raporteke kovara “Der Spiegel” ya Almanî, ku artêşa Almanyayê vekişandina firokeyên şer û firokeyên lojistîk dê bo Urdinê yan Kibrisê vekişîne.

Firokeyên Almanî ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li binkeya Încirîkê de dimînin, kovara Der Spiegel aşkere kir ku ev gav dê erkê çadêriyê 2 mehan asteng bike.

Piştî ku Parlementoya Almanyayê komkujiya Ermenan ya sala 1915an ya ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû kirin wek jenosid binav kir, Tirkiyê rê neda parlementerên Almayayê ku serdana binkeya Încirlîkê bikin.  

Piştî şikestina kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê, pêwendiyên di navbera her du welatan de aloztir bûn. Almaniya nîgeraniya xwe derbarê desteserkirina hejmareke mezin ji kesan ku bi tuhmeta destên wan di hewla kudetayê de hene, derbirî bû, Enqerê jî helwesta Almaya rexne kir, ku li şûna şermezarkirin kudetayê bike û piştevaniya hikûmeta Tirkiyê bike, piştevaniya kudetakaran dike.