Li Serdeşt 2 Pêşmergeyên PDKê şehîd bûn

Di şer û pevçûnên di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê - Rojhilat (PDK) û hêza Pasdarên Îranê ve, 2 Pêşmerge şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şer û pevçûnên di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê - Rijhilat (PDK) û hêza Pasdarên Îranê ve, 2 Pêşmerge şehîd bûn.

Li gor malpera fermî ya PDKê ragihandiye ku, hejmarek ji Pêşmergeyên wan di çalakiyekê de li bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê bombeyek ji aliyê hêza Pasdaran ve hatibû çandin, di wan diteqiya û 2 Pêşmerge şehîd dibin.

Li gor hatiye ragihandin ku, navê wan her du Pêşmergeyan Azad Alî û Emîr Qadiryan in.

Piştî wê bûyerê, hêzên komara Îslamî ya Îranê êrîşî wê deverê dikin û derûberê wê deverê topbaran dikin.

Di encamê de şer û peçûnên di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û Pasdaran ve derket, lê ti hejmarên kuştî û birîndaran nehat zanîn.