Hêviya proseya aştiyê berdewam e

Li Tirkiyê di navbera PKKê artêşa Tirkiyê de ji aliyekê ve şer berdewam dike ji aliyê dî ve hinek alî dixwazin cardî proseya aştiyê bê destpê kirin. Lê hikûmeta Tirkiyê diyar dike ku, wan gelek caran prosey dane destpêkirin, lê her car ev prosey ji aliyê PKKê ve hatiye binpêkirin, jiber wê guh nadin van daxwazan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3c674c56-66b9-4dbc-8d0d-bc0f70905c21/HeviyekProseyeAstiye.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê di navbera PKKê artêşa Tirkiyê de ji aliyekê ve şer berdewam dike ji aliyê dî ve hinek alî dixwazin cardî proseya aştiyê bê destpê kirin. Lê hikûmeta Tirkiyê diyar dike ku, wan gelek caran prosey dane destpêkirin, lê her car  ev prosey ji aliyê PKKê ve hatiye binpêkirin, jiber wê guh nadin van daxwazan.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gotibû: ''Me heta niha ji bo çareseriyê gelek hewl da. Lê hercar ev derfet hat xera kirin. Êdî li gel vê rêxistinê çareserî çê nabe. Çareserî dê bi hemwelatiyan re bê dîtin.''

Ji aliyekê ve şer û pevçûn berdewam in ji aliyê dî ve gengeşî jî berdewam e. Ji ber sekinandina proseya aştiyê Piştgirên herdu aliyan jî hevdu tawanbar dikin. Li gor rojnamevan Fehîm Işik yê ku nêzîkî HDPê tê naskirin tawanbar hikûmeta Tirkiyê ye.

Işik got: ''Bi taybetî Erdogan şerî dixwaze. Çîmko ew difikire ku bi vî awayî dikare daxwazên xwe pêk bîne. Ji bo çareserî bê dîtin, pêwîst e Tirkiyê polîtîkaya xwe ya Rojavayê Kurdistanê biguherîne.''

Li gor Nivîskar û Rojnamevan Îlhamî Işik yê ku di salên 1990 de dinavbera hikumeta Tirkiyê û PKK de navbeynkarî kirî tawanbar PKK ye.

Îlhamî Işik dibêje: ''Li Tirkiyeyê hemî rêyên sîyasetê vekirîne. Lê eger hûn bêjîn çek di destê min de ye û divê her tişt wek min be wê gavê çareserî çênabe.Eger PKK ji dil çareseriyê bixwaze divê dest ji çekan berde lê çima bernade? Eger PKK vê tiştê neke ti çareserî nayê dîtin û li gel wê hevdîtin nayên kirin.''

Ev Herdu rojnamevanên  ku li ser fikrên cida, li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ku ji bo proseya aştiyê li ser heman fikrê ne.

Herwiha Fehîm Işik derbarê rola Barzanî got: ''Birêz Mesûd Barzanî dikare roleke mezin bileyîze. Çimkî hem ligel PKK hem li gel Hikûmeta Tirkiyê pêwendîyên wî hene. Herwiha di nav Kurdan de û li dinyayê kesekî navdar e.''

Îlhamî Işik jî derbarê rola Barzanî de got: ''Ji kevin û pêve roleke mezin ya serok Barzanî heye. Rola HDP jî gelek bû, lê wê rola xwe pêk neanî û rê li ber Barzanî jî girtin.''

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yê ku herdem ji bo proseya aştiyê rolek mezin lehîstie, di serdana xwe ya li Tirkiyê jî ev mijar anî rojevê de û yek ji mijarên herî sereke ya vê Serdana proseya aştiyê bû.

Barzanî gotibû: ''Proseya aştiyê li Tirkiyê meseleyeki giring e. ji bo destpêkirina proseyê hê wext gerek e. Lê ez hêvîdar im ku dê careke din dest pê bike.''

Di rewşa niha de, her çiqes ji bo çareseriyê hêvî kêm jî bin, gelek alî wek Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji pêşerojê hêvîdar in.