Nadya Mûrad bû balyoza NY

Nadiya Mûrad ji gundê Koço ye.

K24-Navenda nûçeyan

Di merasîmekê de û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon herwiha şandek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê keça Kurda Êzdî Nadiy Mûrad bi fermî weke balyoza neyaz pakiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşan kirin.

Nadiya Mûrad di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir , tê de sipasiya NY li ser wê postê kir û tekez kir ku, ew nûneratiya qurbaniyên tawanên rêxistina DAIŞê dike û da zanîn ku,  divê kar û xebat bo rizgarkirina revandiyên li cem DAIŞê jî berdewam be.

Herwiha Mûrad di gotara xwe de diyar kir ku, ew şanaze weke balyoza neyaz pakiyê hatiye destnîşan kirin, aşkere kir ku, ew bi navê hezran penaber li Kurdistan, Iraq û Saûriyê diaxife, herwiha daxwaz ji NY kir ku, penaber qebûlbikin.

ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beyanameyekê de pîrozbahiya Nadiya Mûrad kir û piştgiriya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re ragehand, herwiha Barzanî ew pêngava NY weke dilsozî û piştgiriya Civaka Kurdên Êzdî bi nav kir.Barzanî da zanîn ku, destnîşankirina Nadiya Mûrad weke balyoza Neyazpakiyê li Iraqê cihê şanaziyê ye bo Kurdên Êzdî û Herêma Kurdistanê.

Nadiya Mûrad ji gundê Koço ye, herwiha di dema dagîrkirina gundê wê DAIŞê dayik û çar birayên wê kuştibûn û ew li gel hezaran keç û jinên Kurd ên Êzdî revandibû, lê ew ji destên wan hate rizgarkirin.