Du Pêşmergeyên Roj li eniya Xazir û Giwêr şehîd bûn

Yek ji wan li Herêma Kurdistanê binaxkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e95fc0fc-1765-4362-9c67-d4485250acbc/rojava%20duhok.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Operasyona Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li her du eniyên Xazir û Giwêr ku ev du roj in dest pê kiriye, du Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn.

Îro danê sibehê li gorîstana Şaxkê li bajarê Dihokê pêşmergeyê şehîd Ibrahîm Hemze Feho ji bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate veşarin.

Derbarê şehîd bûna wî pêmergeyî yek ji malbata wî ji K24ê re wiha got: "Me li ser daxwaza pêşmerge ew li Başurê Kurdistanê binax kir jiber ku ti cudahî di navbera Rojava û Başur de nîn e, baweriya me bi sînoran nayê ev ne yekem şehîdên Rojavayê em wî li Başûrê Kurdistanê binax dikin berî niha jî du pêşmergeyên din jî li vir hatine binax kirin."

Herwiha pêşmergeyên din jî yê binavê Hebîb Qedrî Mihmed Seîd biryare îro demjimêr 12e bi rêya deriyê Pêşxabûr veguhezin Rojavayê Kurdistanê.

Ev du roj in operasyona Hêzên Pêşmerge li her du Eniya Xazir û Giwêr serkeftî berdewam dike, heta niha jî 11 gund û navçe ku bi firehiya 120 K.m ducar ji destê çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin û di encam de 120 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin.