Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Komela Giştî ya NY dibe

Biryar e Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên bi şandeke Iraqî re bo beşdarbûna di civîna Komela Giştî ya NY de biçe New Yorkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên bi şandeke Iraqî re bo beşdarbûna di civîna Komela Giştî ya NY de biçe New Yorkê.

Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serokatiya şandeke Irawqî dike û bo beşdarîkirin di civîna Komela Giştî de bi Serokê Amerîka Barak Obama re bicive.

Her li gor zaniyariyên K24ê, ku Fûad Hisên wek nûnerê Herêma Kurdistanê di wê civînê de beşdar dibe û behsa beşdariya hêza Pêşmerge di operesyona rizgarkirina Mûsilê dike.

Herwiha di civîna bi Obama e behsa rêvebirina Parêzgeha Mûsilê piştî têkşikandina DAIŞê tê kirin.

Roja 19 Îlonê, NY bo pirsa koçber û penaberan dicive û roja 20 Îlonê jî guftûgoya salane ya Komela Giştî dest pê dike. Herwiha piraniya serokê welatên di NY de tê de beşdar dibin.