Hin partiyên Kurdî li Rojava bi rejîma Sûriyê re dicivin

9 kes di wê civînê de beşdarbûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerên hin partiyên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê ligel Hikûmeta Sûriyê li bingeha Himêmîm civînek pêanîn.

Li gor kesk ji beşdarbûyên civînê ji ajanseke Rûsî re ragehandibû ku, berî du rojan û bi awayeke nehênî şandek ji nûnerên hin partiyên siyasî yên Kurd li Roavayê Kurdistanê li gel rejîma Sûriyê li bingeha Himêmîm civiyan.

Heman jêderê da zanîn ku,di civîna her aliyan de behsa çareserkirina kirîza Sûriyê, mafê Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyê de hat kirin, herwiha destewerdana Tirkiyê di nav xaka wî welatî de jî hate kirin.Tekez kir ku, civîn bê encam bi dawî hat.

Li gor wî kesê beşdarbûyî ragehandî civîneke din di navbera her du aliyan de hate destnîşan kirin.