Heseke: Rêjîma Sûriyê hîn jî xortan digire

Li bajarê Hesekê heta niha rêjîma Sûriyê bi girtina xortan û derxistina nakokiyan berdewam e. Xortên bajêr dibêjin, ew nema dikarin herin navenda bajêr, ji ber di bin destê rêjîmê de ye. Herwiha xwendekarên ku riya wan di herêmên rêjîmê re ye, çekdarên rêjîmê wan neçar dikin ku tilîsên axê bo avakirina rêbendan ji wan re dagirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e9d6e8a9-ba1d-4648-a485-662e15d122f0/Rejim%20-%20Girtin.ism/manifest

K24 – Heseke

Li bajarê Hesekê heta niha rêjîma Sûriyê bi girtina xortan û derxistina nakokiyan berdewam e. Xortên bajêr dibêjin, ew nema dikarin herin navenda bajêr, ji ber di bin destê rêjîmê de ye. Herwiha xwendekarên ku riya wan di herêmên rêjîmê re ye, çekdarên rêjîmê wan neçar dikin ku tilîsên axê bo avakirina rêbendan ji wan re dagirin.

Di dawiya meha borî de, şerek di nav bera YPG û rêjîma Sûriyê de derkete holê û ev şer piştî rêkeftinekê ku di nav herdu aliyan de hat îmzekirin, rawestiya. Lê diyar e ta niha rêjîm pabendî vê rêkeftinê nabe, ev yek jî dihêle ku rewşa Hesekê di metirsiyê de bimîna û heya di kîjan kêlîkê de şer derkeve holê.