Tevgera barzarê li Hesekê kêm bûye

Bi sedema hebûna rêjîma Sûriyê di navenda bajarê Hesekê de, tevgera bazara sereke ya bajêr lawaz bûye, û ev yek jî dihêle ku kar di wê herêmê de kêm bibe û aboriya bazirgan û xwedî dikanan qels bibe. Herwiha hejmareke mezin ji dikanên bazara sereke hatine girtin bi sedema nebûna tevgerê û girtina bazarê piştî nîvro.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Li hemberî vê diyardeyê hin bazarên cuda di nav taxan de çê bûna ku piraniya tevgerê li wan e, mîna taxa Salhiyê, Miftî û Tilhecer. Ev bazarên taxan ta dawiya şevê vekirî dimînin û hemî cureyên keresteyan li wan peyda dibin, ev yek jî dihêle ku şop ber bi aliyê bazara sereke ve raweste.
Bajarê Hesekê yek ji bajarên ku ji destpêka krîza Sûriyê ve rastî gelek alozî û zehmetiyan hat, derbasbûna DAIŞê di Hesekê û şerên ku li vî bajarî rû dane, hiştin ku rewşa bajêr roj bi roj zehmetir bibe. Ji aliyekî din ve jî pêla koçberiyê jî bû sedem, ku hin taxên Hesekê ji xelkên xwe vala bibin, êdî karker û xwendekar jî li bajêr nemînin.