Çalakiyên ENKS li dijî kiryarên Asayîşê berdewam in

Tahir da zanîn ku, mangirtina siyasetmedaran dê li pêşiya mezgefta Selman El-Faris bi rêve biçe.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Kurdî li Sûriyê(ENKS) Mihsin Tahir ragehand ku, roja Înê hejmareke sisetmedar ji endamên partiyên ENKS mangirtinekê li pêşiya mizkefta Selman El-Faris li bajarê Qamişlo bi rêve bibin.

Derbarê wê çalakiyê Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Kurdî li Sûriyê(ENKS) Mihsin Tahir ji K24ê ragehand ku, çalakiya nû bi berdewamiya piştgiriya girtiyên siyesî ye û dê bi awayeke aştyane bi rêve here.

Tahir da zanîn ku, mangirtina siyasetmedaran dê li pêşiya mezgefta Selman El-Faris bi rêve biçe, diyar kir ku, ew çalakî berdewamiya çalakiyên ENKSê yên aştiyan ne derbarê berdana girtiyên siyasî ji zinadên Asayîşa Rojava.

Emîndariya Giştî ya ENKSê, daxuyaniyek belav kiribû,  di daxuyaniya xwe de ragihand ku, Asayişa Rojava di heyama hefteya borî de 8 endamên PDK-Sê li deverên Çilaxa û Aliyan ve girtine.