Li Tirkiyê piştî kudetayê Elewî rastî êrîşan hatin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê piştî Rewşa Awarete bi îdiaya ku têkîliya wan bi rêxistina Fettullah Gulen re heye di warê perwerdehî, tenduristî, leşkerî, aborî û çapemeniyê de bi hezaran kes ji ser kar hatin durxistin. Bi sedan kargeh û qenal bi ser de hatin girtin. Digel vê yekê êrîş û zextên li ser Elewiyan jî di rojeva Tirkiyê de ye û Elewî di nava metirsiyê de ne.
Piştî Hewla Darbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê li bajarên Semsûr,Çewlêg û Stenbolê taxên ku herî zêde Elewî lê dijîn êrîş pêk hatibûn û avahî û kargehên Elewîyan zirar dîtibûn. Herî dawî di 23êÎlona 2016an de li Enqerê avahiyên Elewiyan hatibûn nîşankirin. Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê Bûlent Kaya amaje pê kir ku piştî darbeyê li her qadên jiyanê bi piştgirî û çavdêriya dewletê êrîş li Elewiyan hatiye kirin û ger Elewî tune bên hesibandin dê kêşeya Elewiyan li Tirkiyê kurtir bibe.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Bûlent Kaya wiha got:"Piştî Hewla Darbeyê ew kesên ku digotin em nobedariya demokrasiyê digrin êrîş dibirin ser malên Elewiyan avahî û kargehên Elewiyan gulebaran dikirin û zirarên mezin didanCemxaneyan. Elewî temînata aştiya navxweyî ya Tirkiyê ne. Ger Elewî tune bên hesibandin dê Tirkiye dê bibe wek Sûriye,Iraq û Lûbnan."
Digel êrîş û zextên li ser Elewiyan tên kirin di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameya di Hikmê Yaseyê de weşana TV 10, televizyona Elewiyan ya ku jiyana wan radixist ber çavan hate betalkirin. Bi boçûna Serokê Komeleyên Demokratîk ya Elewiyan Murat Işik jîgirtina TV10ê tê wateya bêdengkirin û çewisandina Elewiyan.
Serokê Komeleyên Demokratîk ya Elewiyan Murat Işik wiha axifî:"Ev demeke dirêje polîtîkayên mezhebperest yênAKPê yên lidijî Elewiyan ber bi çave. Bajar û navçeyên ku herî zêde Elewî lê dijîn niha komên cîhadîst lê hatine bicîhkirin. Li Tirkiyê nêzîkî 20 milyon Elewî dijîn û bi girtina TV 10ê dengê 20 milyon Elewiyan tê birîn."
Nûnerên komeleyên Elewiyan amaje pê kirin ku hikûmeta AKPê bi hinceta Rewşa Awarte Elewî, Kurd û Sosyalîstan bêdeng dike, lê belê dê her gav ji bo aştî û wekheviya baweriyan xebatên xwe bikin. Herwiha nûneran bang li rayedarên dewletê kir ku dawiyê li wan kiryarên xwe yên li dij Elewiyan bînin.