Artêşa Tirkiyê:15e çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

35ê din birîndarbûne.

K24-Navenda nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, di encama şerê li bakurê Sûriyê de 15e çekdarên Opozîsyona Sûriyê hatin kuştin, 35ê din jî birîndar bûn.

Li gor ajansa Reutersê Artêşa Tirkiyê îro, ragehand ku, di heyama 24 demjmêrên borî de 15e çekdarên Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê yê ku, ew piştgiriya wan dikin di şerê li bakurê Sûriyê hatin kuştin, herwiha 35ê din jî birîndar bûn.

Li gor Artêşa Tirkiyê wan 11 êrîş li ser baregehên DAIŞê pêkanîne, di encam de jî 13e çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Di 24ê Tebaxa Borî de Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bû û dest bi operasyona Mertala Feratê kir, herwiha ligel çekdarên Opozîsyonê bajarokê Cerablusê kontirolkirin, operasyon heta nihajî berdewam e.