Çar birîndarên teqîna Hesekê giheştin Dihokê

Birîna wan girane.

K24-Navenda Nûçeyan

Çar birîndarên teqîna  bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wan hatin veguheztin  bo Herêma Kurdistanê û niha li Dihokê birîna wan tê çareserkirin.

Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan  ya bi navê  Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da. Di encamê de li gor desteya Tendirûstiyê 25 kes şehîd bûn û 80 birîndar bûn.

Ji aliyê xwe  Rêxstina DAIŞê di nûçeyeke xwe de li ser ajansa El-Amaq ragehand ku, endamekî wê bi navê Ebo Berai El-Ensarî bi kembereke bombekirî li Hesekê êrîşî komek ji çekdarên PKK  kir û xwe teqand, di nav wan de serkerde hen, di encam de 140 kuştî û birînda ketine.