Li Şemzînanê êrîşek li dijî leşkergehekê hate kirin

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînanê li dijî leşkergehekê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînanê li dijî leşkergehekê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin.

Îro li navçeya Şemzînanê gundê Dûreyê nêzikê leşkergehekê otombîleke bombebarkirî hate teqandin. Piştî teqînê pevçûnek dijwar derket û şer heta demjimêrekê berdewam bû.

Hat zanîn hejmarek zêde birîndar hene û gelek tîmên ewlekarî û saxlemiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.