Artêşa Tirkiyê:2 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

Herwiha 6 çekdar birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

operasyona Mertala Feradê de 2 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyekê de Artêşa Tirkiyê ragehand ku,, di roja 49'emîn ya operasyonê de 91 şûnên DAIŞ bûne armanca topbaranê, pevçûn hê zêdetir di xeta Ezaz û Raî rû didin û bi giştî nebe jî 8 gund hatine kontrolkirin.

Hat ragehandin, ji hêzên opozîsyonê yên ku, Tirkiye piştevaniya  wan dike 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birindar bûne. Her wiha ji destpêka operasyonê ve 132 gund û hezar û sed kîlometre çargoşe herêm hatine kontrolkirin.