McGurk: Derfeteke dîrokî li pêş Kurd e lê perçebûyî ye

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka bo şerê DAIŞê dibêje, derfeteke dîrokî li pêş Kurd e, lê belê Kurd perçebûyî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka bo şerê DAIŞê dibêje, derfeteke dîrokî li pêş Kurd e, lê belê Kurd perçebûyî ye.

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka Brett McGurk di panelekê de ragihand, derfeteke dîrokî ya mazin li pêş Kurd e, lê belê Kud perçebûyî ye. McGurk amaje bi nakokiyên aliyên siyasî yên Başûrê Kuristanê dike û dibêje, her sê aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê ne li hev in.

McGurk amaje dike jî, Kurdan di dawiya sala 2014an de Tirkiye razî kirin, ku Pêşmerge bişînin Kobanê û Kobanî jî rizgar kirin. Ew dem, dema yekgirtina hemû aliyên Kurdî bû, lê ligel kêmbûna metirsiya DAIŞê, her sê aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê vegeriyan nakokiyan. Ji salekê ve jî ti civîn di navbera wan de encam nedaye.

McGurk dûrxistina wezîrên hikûmeta Ebadî vedigerî nakokiyên siyasî di navbera Şîe, Sûne û Kurd de û dibîje, dûrxistina baweriyê ji çend wezîran hikûmeta Iraqê, ji encama dabeşbûn û nakokiyên siyasî ye.