Opozîsyona Sûriyê kontirolkirina Dabiqê ragehand

Kontirolkirina bajarokê Dabiq di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, duh, Opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê di çarçoveya operesyona Mertala Feratê de êrîşî bajarokê Dabiqê ya ser bi Ezazê ve li bakurê Sûriyê kirin, îro kontirolkirina her du bajarokê Dabiq û Soran hate ragehandin.

Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan berî niha ragehandibû ku, yekîneyên opozîsyona Sûriyê bi tank û topxaneyan digel firokeyên şer yên Tirkiyê dest bi êrîşeke tund li ser bajarokê Dabiqê li bakurê Sûriyê kirin, ku giringiya wî bajarokî ya olî li cem DAIŞê heye kirine.

Li gor Rewangehê di encamê wê operasyonê de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarbûn.Herwiha 3ê çekdar hatin êxsîrkirin, yên din jî bi kom revîn.

Di hizra DAIŞê de ye, ku dawî şerê ji beriya roja qiyametê di navbera gawir û mislamanan de, dê li Dabiqê bê encamdan, ji ber vê yekê jî giringyeke zêde daye wî bajarokî.