Li Dîlokê teqîn:3ê polîs hatin kuştin û 8 birîndar

Xwekuj di nav polîsan de xwe teqand.

K24-Navenda Nûçeyan

Polîsên Tirkiyê li bajarê Dîlokê di çarçoveya operasyonekê de li ser mala endamekî DAIŞê bombeyek bi polîsan de teqiya.

Li gor peyamnêrê K24ê îro, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê dema polîsên Tirkiyê di operasyonekê de hawla girtina endamekî DAIŞê dikirin, xwekujek berî xwe radestî polîsan bike xwe di nav wan de teqand.

Di encam de 3 polîsên hêza taybet hatin kuştin û zedeyî 8 kesên din birîndar bûn ji wan birîndaran 4 welatiyên Sûrî ne.Piştî bûyerê Polîsên Tirkiyê ew navçe dorpêçkir û çûnûhatin qedexekir, herwiha 8 kes desteserkirin.