Li Qamişlo bombeyeke dengî teqiya

Bombeyeke dengî li bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de otomobîlek şewitî.

K24 – Qamişlo

Bombeyeke dengî li bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de otomobîlek şewitî.

Peyamnêrê K24ê li Qmaişlo ragihand ku, Îro demjimêr 6:30 êvarê bombeyeke dengî li bajarê qamişlo li taxa Bişêriyê nêzî zanîngeha Meamûn teqiya.

li gor peyamnêrê K24ê, di encama wê teqînê de tenê ziyan gihêşt otomobîlekê.

Sedema teqînê bombeyek çandî bû, ku di otomobîla Neqîbekî di artêşa Sûriyê de bi navê Xesan Alî  hatibû çandin.

Ji destpêka şerê Sûriyê ve, ev cara yekem e ku fermandarên artêşa Sûriyê li bajarê Qamişlo têne armanckirin.