MHP:Derketina Tirkiyê ji Başîkê karesate

Ew ji Başîkê navekişin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Neteweperst MHPê Dewlet Bahçelî dibêje Başîkayê dê ji bo Tirkiyeyê bibe karesatek.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperst MHPê Dewlet Bahçelî îro, li parlementoyê di kombûna partiya xwe ya heftane de axifî û got: Bingeha Başîkayê ji bo Tirkiyê gelek girîng e.

Da zanîn ku,  Valakirina wê bingehê vegera ji Başîkyê ji bo Tirkiyê dê bibe kabûs. Mafê Tirkiyeyê heye û rewa ye ku, xwe biparêz e.

Bahçelî aşkere kir ku,  Serokwezîrê Iraqê Heydar Abadî bixwaze jî nexweze jî divê Tirkiye li Başîkayê bimîne û dev ji wê derê bernede.

Berî niha Abadî ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku, bingeha Başîkayê vala bike û ji Iraqê derkeve. Lêbelê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dij derketibû û diyar kiribû ko ew ê li Başîkayê her bimînin.