PDKÎ: Ti piştevaniya derve li pişt çalakiyên me tune ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) radigihîne, destpêkirina xebata çekdarî ne bi piştevaniya ti welatekî derve bû. Di çalakiyên xwe de jî berdewam dibin.
Sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî li Parlementoya Ewropayê gotarek pêşkêş kir û ragihand, destpêkirina xebata çekdarî li ser biryara serkirdeyatiya partiya wan bû.
Hicrî red kir jî, ku ti welatekeî derve li pişt çalakiyên wan bin.
Berpirsên Îranê, Sûidiye tuhmetbar dike ku, ew piştevaniya çalakiyên leşkerî yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Îranê ve, dike.
Hicrî daxwaz ji opozîsyona Îranê kir jî, ku di xebata xwe de berdewam bin.