PDK-S: PYD û rêjîmê Behzad Dorsin revandin

Hejamrek endam û serkrideyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo 4 saliya revandina endamê Pîlotbîroya wê partiyê Behzed Dorsin mangirtinek li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve birin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejamrek endam û serkrideyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo 4 saliya revandina endamê Pîlotbîroya wê partiyê Behzed Dorsin mangirtinek li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve birin.

Endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Xalid Elî berbarê vê bûyerê de ji K24ê re axivî û got: “Em rêjîm û PYDê bi aşkere tawanbar dikin ku ew berpirsyar in ji ber revandina hevalê me Behzad Dorsin ve.”

Di 24ê Cotmeha sala 2012an de, endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Behzed Dorsin li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatibû revandin, heta niha jî çarenivîsa wî jî ne diyar e. bi vê boneyê jî hejamrek endam û serkrideyên PDK-Sê mangirtinek li Hewlêrê bi rê ve birin.