Amerîka:Emê dest bi operasyona Reqayê bikin

Operasyona Reqayê hevdem ligel a Mûsilê destpê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Karter ragehand ku, dibe ku, ew dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê bikin berî operasyona Mûsilê bi dawî were.

Derbarê vê mijarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Karter di kongiryeke rojnamevanî de li Parîsê ragehand ku, ew li benda wê yekê namînin hetanî ku, Mûsil were kontirolkirin û ji nû ve dest bi operasyona Reqayê bikin.

Karter da zanîn ku, ewê dest bi Operasyona Reqayê bikin hevdem ligel Operasyona Mûsilê, aşkere kir ev yeke pilankirî ye û ji bo wê yekê jî amadekariyên xwe kirine.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Bergiriyê yê Fransayê ragehandbû ku, li cem wan bajarê Reqayê wekî yê Mûsilê armanceke giring û steratejîke.

Herwiha Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl tekez kirbû ku, ew amade ne beşdariyê di Operasyona rizgarkirina Reqayê de bikin.