Rojnamevanekî Kurd li Îtaliyayê hate girtin

Rojnamevan Xelîl Mihemed ku bi navê Xelîl Hesan tê naskirin, di destpêka meha Tebaxa îsal de ji bo karekî rojnamevanî ji Bercelona ya Spanyayê berê xwe dabû Îtaliyayê, lê polîsên Îtalyayê ew li ser xala pişknînê ji ber ku passport wî Sûrî bû girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heval û parêzerên ku di dosya azadkirina wî de dixebitin ji K24ê re gotin ku, hikûmeta Îtalyayê peywendî bi hikûmeta Sûriyê re kiriye û hikûmeta Sûriyê jî gotiye madem navê wî di passport de ne  Xelîl Mihemed e, wate ew passport sexte ye  û dibe ku terorist be, ji ber vê yekê jî heya niha çarenivîsa Xelîl Hesen li cem hikûmet Îtalyayê ne diyar e.

Xelîl Hesan ji bajarê Kobanî yê Rojavayê kurdistanê ye, bêhtir ji 4 salan ve li Başûrê Kurdistanê karê rojnamegeriya Kurdî kiriye û endamê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye ye.