Li Efrînê 17 birîndar ji encama êrîşên Tirkiyê

Artêşa Tirkiyê bi gule û gaza rondikrêj êrîşî ser welatiyên sivîl yên Efrînê kirin, ku 17 kesên sivîl birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan   

Artêşa Tirkiyê bi gule û gaza rondikrêj êrîşî ser welatiyên sivîl yên Efrînê  kirin, ku 17 kesên sivîl birîndar bûne.

Peyamnêrê K24 ragihand, artêşa Tirkiyê li gundê Sorkê ya ser bi navçeya Reco ve, bi guleyên lestîkî û gaza rondikrêj avêtin ser xelkên sivîl û di encamê de 17 kes birîndar bûne û tuşî tengenefesyê hatine.

Peyamnêrê me diyar kir ku, 3 kes bi guleyên lestîkî û 14 kes jî ber tengiya nefesê bo navenda Heyva Sor a Kurd hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Sorkê hildike û dîwarekî li ser sînor av dike.

Wek çalakiyeke şermezarkirinê jî, welatiyên gundê Sorkê û navçeya Reco ve li ber sînor kom dibin xwepêşandanan dikin û hewl didin hilkirina darên zeytûnê û avakirina dîwar ji aliyê artêşa Tirkiyê ve rawestînin.