Amerîka: Heta niha 900 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Di 17ê vê mehê de Artêşa Iraqê bi beşdariya hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel ragihand, di nav 11 rojên borî de 900 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê ji destpêka Operasyona rizgarkirina Mûsilê Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, Heta niha 900 çekda hatine kuştin.

Votel da zanîn ku, di operasyona Mûsilê de jî 75 serbazên Iraqê hatine kuştin, zêdetir 200 serbaz jî birîndar bûne.

Di 17ê vê mehê de Artêşa Iraqê bi beşdariya hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiribûn, heta niha jî gelek gund û navçe rizgarkirine.

Li gor Reutersê ragihandî ku, di şerê Mûsilê de heta niha 30 Pêşmerge şehîd bûne û derdora 100 Pêşmerge jî birîndar bûne.