Demirtaş: Divê PKK vegere ser maseya danûstandinan
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahadîn Demîrtaş bang li PKKyê kirû got ku, divê PKK vegere ser maseya danûstandinan.
Derbarê vê yekê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahadîn Demîrtaş pirsên Deustche Welleyê bersivand û da zanîn ku, ti pêwendiyên wan bi PKKyê re nîne û ew ne baskekî PKKyê ne.
Herwiha aşkere kir ku, HDP dijî tûndî û şerî ye. Lewra HDP ji çalakiyên PKKyê ne berpirsiyar e. Ew wekî HDPyê bang li PKKyê dikin ku, vegere ser maseya gûftûgoyan.
Lê belê ew digel vê banga xwe nikarin sûncen Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî berçavan negirin. Ji ber ku, kesên pêvajoya aşitiyê şikênand Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bû. Erdogan ji bo dengên xwe zêde û desthilatdariya xwe jî xûrt bike pêvajoya aşitiyê şikênand û dest bi şerî kir.
Demîrtaş tekez kir ku, divê her kes zext li ser Erdogan bike ku, dev ji siyaseta şerî berde û vegere pêvajoya aşitiyê.