Li Tirkiyê bi dehan dezgehên medya hatin girtin

Li Tirkiyê biryara girtina bêhtir ji 10 rojname, Kovar û ajansên Nûçeyan yên Kurdî derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê biryara girtina bêhtir ji 10 rojname, Kovar û ajansên Nûçeyan ku gelek ji wan bi Zimanê Kurdî dihatin weşandin, derket.

Di çarçoveya Rewşa Awarte de li Tirkiyê, bi biryarnameyên li cihê qanûnan hejmar 675 û 676 Ajansa Nûçeyî ya Dicleyê, Rojnameya Azadiya Welat, Kovara Tîroj jî di nav de gelek kovar, rojname û ajans hatin girtin.

Ev biryar di rojnameya fermî “Resmi Gazete” de jî hate weşandin.

Kovar, rojname û saziyên medyayî yên hatine girtin ev in: Ajansa nûçeyî ya Dicle, Ajansa Jin Haber, Yuksekova Haber, Azadiya Welat, Posteya Cizre, Rojnameya Batman Çagdaş, Idil Haber, Prestij Haber, Kovara Tîroj, Kiziltepenin Sesi, Guney Expres, Kovara Evrensel Kultur, Kovara Ozgurluk Dunyasi, rojnameya Ozgur Gundem.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê, Tirkiyê hejmarek televizyon û saziyên din yên girêdayî Cimeata Xizmetê ya Fethulah Gulen hatibûn girtin, lê di vê gava dawî de hin televisyonên Kurdî jî hatin girtin, ji nava wan jî Azadî TV, Jiyan TV, Wan TV, TV 10, Zarok TV, û çend televisyonên din.