Erdogan û Bahçelî dicivin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest MHPê Dewlet Bahçelî îro dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî îro dicivin.

Hevdîtina Erdogan û Bahçelî dê demjimêr 14:00an de li Koşka Serokomariyê dest pê bike û tê çaverekirin mijarên wekî sîstema serokatî, derxistina yasaya bidarvekirinê werin gotûbêjkirin.

Berî niha Serokomar Erdogan ragihandibû ku, ew bawer dike yasaya bidarvekirinê ji parlementoyê derbas bibe. Ger derbas bû ew ê jî wekî Serokomar pesend bike.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî di kombûna partiya xwe ya li parlementoyê de got, ger hikûmet û Erdogan amade be MHP jî amade ye ku yasaya bidarvekirinê bipejirîne.