Operesyona Babê jî zengil lê da

Rêya ji bo gihandina Herêma Cizîr û Kobanê bi bajarê Efrînê ve, di bajarê Babê re derbas dibe, ku niha di bin kontrola DAIŞê de ye, ji ber armancên cuda hêzên Kurdî ji aliyekî ve û opozîsyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike dixwazin wî bajarî kontrol bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêya ji bo gihandina Herêma Cizîr û Kobanê bi bajarê Efrînê ve, di  bajarê Babê re derbas dibe, ku niha di bin kontrola DAIŞê de ye, ji ber armancên cuda hêzên Kurdî ji aliyekî ve û opozîsyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike dixwazin wî bajarî kontrol bikin.

Ji bilî operesyona Reqa  şerê Helebê, operesyona Babê jî zengilê destpêkirinê lê dide. Bi ragihandina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ku hêzên Mertala Ferat 13 k.m nêzîkî Babê bûne û dê wî bajarî kontrol bikin, dixwaze devera operesyona Mertala Ferat ya ku niha 2 hezar k.m çarkoşe ye, bike 5 hezar k.m çargoşe û xewna Kurdan bi girêdana herêmên Rojavayê Kurdistanê têk bibe.