HSD 11 gund li bakurê Reqayê kontrol kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqayê ber bi aliyê bajarokê Tel El-Semin ku 20 k.m nêzîkî bajarê Reqayê ye, ve diçin. Ji aliyê xwe jî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî liv û tevgera DAIŞê topbaran dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Bakurê Reqayê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqayê ber bi aliyê bajarokê Tel El-Semin ku 20 k.m nêzîkî bajarê Reqayê ye, ve diçin. Ji aliyê xwe jî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî liv û tevgera DAIŞê topbaran dikin.

Peyamnêrê K24ê li Bakurê Reqayê ragihand, ji duh ve şervanên HSDê 11 gund ji destê DAIŞê kontrol kirine û berve bajarokê Til El-Semen ya stratîjîk ve di pêşveçûnê de ne.

Peyamêrê K24ê amaje kir ku, ti berxwedaneke tund ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tune û tenê bombeyên çandî û otombîlên teqîner bikar tînin, ku ji duh ve 4 otombîlên teqîner ji aliyê HSD û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine teqandin.

HSDê duh di konferanseke rojnamevanî de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyona reqayê de bike.