CHP dest bi rêzeprotestoyan dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Komarî ya Gel (CHP) piştî daxuyaniya xwe ya Desteya Birêvebir, biryar girt ku bi nave ”Em Tirkiye nadin perçekirin“ dest di rêzeprotestoyan bike. Ev protesto, di destê yekem de dê bi xwepêşandanan been encam dan.
Armanca xwepêşandanên CHP, rexneyên wan li ser tadeya rojnameya Cumhuriyet, girtina hevserok û parlementerên HDP, herweha dijberiya sistema Serokayetiyê ye.
Herçend dema destpêkirina xwepêşandanan nehatibe diyarkirin jî, tê çaverêkirin ku ew di dawiya vê mehê de destpêbikin.
Di saheya siyasî ya Tirkiye de, girêdayî piştgiriya sistema Serokatiyê di navbeyna AK Partî û MHP de nêzîkahî pêyda bû ye. Ev yek jî, rastî rexneyên tund ji alî CHP ve hat.