Hicrî bo Trump: Bo aramiya herêmê divê mafê netewan misoger be

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdisana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî di peyamkê de pîrozbahiya Donald Trump bi serkeftina wî di hilbijartinên serokatiya Amerîka kir û hêviya dabînkirina aştî û aramî li Rojhilata Navîn kir û mafê netewan li herêmê misoger bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di beşeke din ya peyamê de Hicrî dibêje: “Komara Îslamî ya Îranê ji zêdetirî 30 salî ve hemû tevgerên azadîwaz yên Îran û bi teybet yên Kurdistana Îranê tepeser dike, di vê demê de jî bi hezaran kes ji çakvanên siyasî , kadro û Pêşmergeyên partiya min bidarve kirine û teror kirine.”

Peyama Hicrî ku li malpera fermî ya PDKÎ hatiye belavkirin Hicrî ragihand: “Bo aramî û aştî li vê naçeyê, pêwîst e desthilata rêjîma Komara Îranê bê astengkirin û bikeve jêr fişarekê, da ku mafên siyasetedarên netewên Îranê û yek ji wan jî netewa Kurd bi fermî binase.”

Di dawiya peyama xwe bo Trump de, Hicrî hêvî xwast ku bi hevkarî û alîkariya gelên vê navçeyê û bi taybetî gelê Kurd, Trump di vê erkê xwe de serkeftî be.