Dadgeha Tirkiyê biryara beraeta Denîz Nakî da

Futbolîstê Diyarbekirê got ku, wî bangeşeya terorê nekiriye tenê peyamên aramî û aşitiyê belav kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Dadgeha Diyarbekirê derbarê futbolîstê Amedsoprê Denîz Nakî de biryara xwe da. Dadgeh got Denîz Nakî bêsûnce.

Serdozgeriya Komarê yê Diyarbekirê derbarê fûtbolîstê Amedsporê Denîz Nakî de bi hinceta li ser tora medyaya civakî bangeşeya terorê dike doz vekiribû.

Di rûniştina yekem a dozê de îro, Denîz Nakî hate mehkemekirin. Futbolîstê Diyarbekirê got ku, wî bangeşeya terorê nekiriye tenê peyamên aramî û aşitiyê belav kiriye. Li ser vê yekê dageh Denîz Nakî bêsûnc dît û biryara beraata wî da.