Amerîka li dijî nêzîkbûna Tirkiyê ji Babê ye

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, piştgîriya Tirkiyê nakin ku ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî wê, êrîşî bajarê Babê li bakurê Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, piştgîriya Tirkiyê nakin ku ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî wê, êrîşî bajarê Babê li bakurê Sûriyê bikin.

Hêzên Tirkiyê û hevpeyamniyên wê nêzîkî bajarê Babê bûne, di demekê de ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ti alêkarî wê yekê nayê kirin. Tirkiyê jî û bi biryara xwe ji wî bajarî nêzîk bûye.

Ev daxuyaniyên John Dorian piştî wê yekê hatin ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, ew 2 k.m ji bajarê Babê ve nêzîk bûne û tê çaverêkirin jî wî bajarî kontrol bikin.

Li gor nûçeyeke “France Perrs” di wê derbarê de Amerîka hêzên xwe yên taybet bo piştevaniya Tirkiyê belav kiribûn, vekişandibûn.

Vajî îradeya Tirkiyê, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî girîngiyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi taybetî ku berve bajarê Reqayê biçin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî got jî, berdewamiya danûstandina dîplomasî di navbera Tirkiye û Hevpeymaniya Navdewletî ve pêwîst e bigihe rêkeftinekê, derbarê rola HSDê û rêgirtin bo rûbirûbûneke çekdarî di navbera HSD û hêzên Tirkî ve.