Li Kerkûkê 38 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li rojavayê bajarê Kerkûkê 38 çekdarên DAIŞê ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li rojavayê bajarê Kerkûkê 38 çekdarên DAIŞê ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ve hatin kuştin.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, li nêzîkî qezaya Dûbiz li rojavayê Kerkûkê 38 çekdarên DAIŞê ji aliyê firokeyên Navdewletî ve hatin kuştin.

Kerkûkî ragihand jî, bombebarankirina wan çekdarên DAIŞê bi awayekî hûrî hat encamdan, ku pişt bi zanyariyên hûrî yên hewalgîriyê bestî bû.

Herwiha ji bilî bombebarankirina firokeyên hevpeymanan, hêza Pêşmerge bi topan binke û pêgehên DAIŞê li navçeyên derdora Dûbiz li ser riya qezaya Hiwîce topbaran kirin.

Duh êvarê jî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê hêzên Pêşmergeyên kurdistanê Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihandibû, tevgera hejmarek çekdarên DAIŞê li nêzîkî qezaya Dûbiz heye û plana wan heye wan çekdaran armanc bikin û bikujin. Bo wê mebestê jî hevahengî di navbera odeya operesyonan û firokeyên hevpeymanan hat, bo binkeyên DAIŞê bên bombebarankirin.