HSD li Til El-Semin paşmayên DAIŞê pak dike
K24 – Til El-Semin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Til El-Semin bi temamî kontrol kirin û niha operasiyonên lêgerînê bo mayînan li nava wî bajarokî berdewam in. Herwiha pêşketina şervanan ber bi aliyê Reqayê ve berdewam e.
HSD karîn bajarokê Til El-Semin bi tevahî kontrol bikin, ev yek jî hat piştî şerekî giran ku sê rojan di navbera şervanan û çekdarên DAIŞê de dirêj kir. Niha şervan ber bi aliyê bajarokê Meşheda ve diçin û şer li wir bi awayekî tund berdewam e.
Çekdarên DAIŞê hejmareke mezin ji mayînan li nava malan û kolanan çandine û hîn metirsiya hebûna çekdarên DAIŞê di navenda bajarok de heye, ji ber vê yekê jî niha operasiyonên lêgerînê bo mayînan û şanên razayî berdewam e.
Piştî kontrolkirina Til El-Semin şervanên HSDê ber bi aliyê Reqayê ve diçin û biqasî 25 k.m dûrî Reqayê ne. yek ji mezintirîn xêzên berevaniya DAIŞê li bakurê Reqayê hat şikandin û her ku şervan pêş ve diçin çekdarên DAIŞê berevaniyeke tundtir dikin.