Encûmena Minbicê tankeke Tirkiyê diteqîne

Encûmena Leşkerî ya Minbicê tankeke artêşa Tirkiyê li nêzîkî Minbicê teqandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê tankeke artêşa Tirkiyê li nêzîkî Minbicê teqandin.

Endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê Rafî Bin ladin ji peyamnêrê K24ê re ragihand ku, îro ji danê sibê ve şer û pevçûn di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Mertala Feratê de li rojavayê Minbicê berdewam e.

Herwiha Rafî Bin Ladin tekez kir ku, şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê îro danê êvarê tankeke artêşa Tirkiyê li gundê Şêx Nasir ya li rojavayê Minbicê teqandin

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, gundên Wêran û Îlan yên li rojavayê Minbicê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Tê zanîn, roja 16 Mijdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku, HSD û YPGê hemû xalên leşkerî li Minbic û derora Minbicê radestî wan kirine.