Operasyona Mertala Feratê berdewam e

Operasyon di roja xwe ya 92ê de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Di operasyona Mertala Feradê de 4 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn her wiha 2 efserên Artêşa Tirk jî birîndar bûn.

Operasyona Mertala Ferade ku Artêşa Tirk tevî hin dijbereyên Sûriyê li rojavaye Kurdistanê destpê kiribû gihîşt roja 92'yemîn. Artêşa Tirk bi daxuyaniyek nivîskî ragehand, 108 baregehên DAIŞ li devera Babê hatine bombebarankirin.

Di pevçûnan de 4 endamên Artêşa Azad hatine kuştin 21 jî birîndar bûn. Her wiha 2 efserên Artêşa Tirk jî di pevçûnên duhî de birîndar bûn.

Hat ragehandin, ji destpêka operasyonê ve, 215 navçe û gund bi giştî 1800 kîlometre çargoşe xak hatiye kontrol kirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan duh, ragehandibû ku, hêzên wan ber bi Minbicê diçin û heta 5 hezar kîlometre xak dê kontrol kirin, dê operasyon berdewam bike.