Parêzgarê Kerkûkê: Peyama Barzanî erênî ye
K24 – Kerkûk
Parêgarê Kerkûkê Nicmidîm Kerîm peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi erênî binav dike û dibêje: “Ew peyam dibe binemaya derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê.”
Di heman demê de xelkê Kerkûkê jî daxwaz dikin ku civînên aliyên siyasî li bajarê wan lidar bikevin û dawî li pirsgirêkan wan werin.