3 leşkerên Tirk li Babê hatin kuştin

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî navçeya Babê firokeyan êriş li leşkerên Artêşa Tirkiyê kirin, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî navçeya Babê firokeyan êriş li leşkerên Artêşa Tirkiyê kirin, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Serfermandariya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, li navçeya Babê, firokeyan (Eger e ku firokeyên rêjîma Sûriyê bin) êriş li hêzên Artêşa Tirkiyê kirine û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn. 

Artêşa Tirkiyê ragehand, firokeyên rêjîma Sûriyê, demjimêr 3.30 de êriş li yekîneyên wan kirine û ji nava birîndar jî rewşa leşkerekî birîndar jî giran e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 16ê vê mehê  ragihand,  ku çekdarên operasyona Mertala Feratê tenê du k.m ji bajarê Babê dûr in.

Ji aliyekî din ve, berî çend rojan Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku, şer û pevçûn di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Mertala Feratê de li rojavayê Minbicê derketiye û wê encûmenê tankeke artêşa Tirkiyê jî teqandiye.