ENKS: PYD fitneyê di kolana Kurdî de çê dike

Li Qamişlo grûpekê ji rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî mangirtina ENKSê kir, ENKSê jî bi tundî ev êrîş şermezar kir û dibêje: PYD dixwaze fitneyekê di kolana Kurdî de çê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Qamişlo grûpekê ji rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî mangirtina ENKSê kir, ENKSê jî bi tundî ev êrîş şermezar kir û dibêje: PYD dixwaze fitneyekê di kolana Kurdî de çê dike.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku ENKSê biryara paşxistina birêvebirina mangirtina li dijî girtina endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve de, ya ku biryar bû roja 2 Kanûnê li Qamişlo birêve biçe, Partiya Yekîtiya Demokratîk hejmarek ji keç û xortan li heman cihê mangirtina ENKSê kom kirin û fitneyek di kolana Kurdî de çê kir.

Daxuyaniya ENKSê amaje kir, dema ENKSê xwast biryara paşxistina mangirtinê bixwîne û camewerê kombûyî belav bike, grûpên ser bi PYDê û li ber çavên hêzên asayişê êrîşî xwepêşandaran kirin û alayên Kurdistanê çirandin û gefa avêtina bombeyan li xelkê xwarin.

ENKSê aşkere kir, di encama êrîşa wê grûpê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, ji wan ev hatin naskirin (Ebdilqadir Hêvo, Hemze Mihemed Selîm, Sabir Îbrahîm, Hemrîn Haco, Xalid Emîn û zarokeke bi navê Hewlêr Mizgîn Remezan)

Herwiha daxuyaniya ENKSê da zanîn, beşek ji wê grûpê bi şevê êrîşî nivîsgeha Partiya Yektiya Kurd li Sûriyê kir û hemû kesesteyên nivîsgehê şikandin. Herwiha beşeke din jî êrîşî nivîsgeha Xwecihiya Amûdê ya ENKSê kir û ala Kurdistanê ji ser nivîsgeha wê partiyê danîn.

ENKSê ev kiryar bi tundî şermezar kir û PYDê tuhmetbar kir ku, fitneyê dixe di navbera kolana Kurdî de, da ku têkçûnên xwe yên di hemû war de veşêre.

ENKSê tekez kir, ev kiryar ti carê nikare vîna ENKSê bişkîne û ENKSê ti carê jî berve karvedanine ku zirarê bigihîne gelê Kurd û doza wê naçe. Herwiha ENKSê dê berdewam be li ser xebata xwe û yekrêziya Kurdî.