Soylu: Bi biryar in ku PKKê têk bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, ew bi hemû dezgehên ewlekarî di nav seferberiyê de kar dikin û bi biryar in ku PKKê têk bidin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu tevî Birêveberê Ewlekariya Giştî û Serfermandarê Cendermeyan serdana Mêrdînê kirin.
Piştî hevdîtin û civînên bi hêzên ewlekarî û parêzgahê re, Soylu da xuyakirin, li hundir û derveyî sînoran operasyon berdewam dikin û vê zivistanê hemû yekîneyên ewlekariyê di seferberiyê de ne.
Soylu got, aliyek hember PKK, DAIŞ û Cemaeta Gulen têdikoşin, aliyê din jî şerê aboriyê didin û da xuyakirin, welatên rojava, destpêkê li Balkan û Qafqasya agir vêxistin û niha jî ev agir li Rojhilata Navîn hildane.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu duh li gel şandeke ji rêveberên ewlekariya Tirkiyê pêk hatibû, serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê kiribû.