Fikrî Işik Sûriyê Tuhmetbar dike

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê dibêje, firokeya ku leşkerên wan di nava xaka Sûriyê di bombebaran kiriye, firokeya Sûriyê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê dibêje, firokeya ku leşkerên wan di nava xaka Sûriyê di bombebaran kiriye, firokeya Sûriyê bû.

Wezîrê Bergiriyê Fikrî Işik ji rojnameyeke Tirkiyê re ragihand ku, di destê wan de hemû zanyarî hene ku, firokeya leşkerên wan li nêzî bajarokê Babê bombebaran kiriye, ya rejîma Sûriyê ye.

Işik destnîşan kir ku, her çend e Rûsya red kiribe ew firoke ne ya wan e, lê wê firokeyê li firokxaneya Nayrap ya di bin kontrola Rûsya de daketibû.

Berî du heftiyan 4 leşkerên Tirkiyê li nêzî Babê di êrişeke hewayî de hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bibûn.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di serdana xwe ya Tirkiyê de gotibû, firokeya leşkerên Tirkiyê bombebaran kiriye, ne ya wan û ne jî ya Sûriyê ye.