Leşkerekî Tirk li Babê hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Babê li bakurê rojhilatê Helebê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin.
Li gor medyayên Tirkiyê, îro danê sibê leşkerên Tirkiyê li Babê rastî êrîşeke bombeyî hatin, di encamê de leşkerekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku birîndar bi helîkopeterê ji bo nexweşxaneya Dîlokê re hatine veguhastin û rewşa birîndarekî jî ne cêgir e.
Êrîş li dijî artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatiye encam dan, ku operasyona Mertêla Feratê li wê deverê dest pê kiriye.