Demîrtaş birin nexweşxaneyê

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ji ber nexweşiya dil şeva borî careke din bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ji ber nexweşiya dil şeva borî careke din bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Pişt hefteya borî Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş rûbirûyî azara dil bûbû û li nava zîndanê çareseriya tenduristî didît, şeva borî dîsa ji ber heman sedemê bo nexweşxaneya kolîja pizîşkî ya zanîngeha Trakyayê hate veguhastin.

Hefteya borî hate ragihandin ku, tenduristiya Demîrtaş asayî ye û ti metirsî wî tune ye, ku tenê kolistol pê re bilind bûbû, lê vê carê pişknîna şeva borî nehat ragihandin.

Parlementerê HDPê Ayhan Bîlgen li ser rûpela xwe ya tûra civakî “Twitter” belav kir, ku berê nexweşiya dil bi Demîrtaş re heye û zîndan wek pêwîst tedabîran bo wî nagire, loma ew rastî celteya dil bûye.

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ji 4 meha Mijdarê ve di zîndana  Edirneyê de girtî ye.