Kiliçdaroglu: Tirkiyê Îsal 2 derbe û hewleke derbeyê jiyan kir

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku Tirkiyê sala 2016a du derbe û hewleke derbeyê jiyan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku Tirkiyê sala 2016a du derbe û hewleke derbeyê jiyan kir.

Kiliçdaroglu derbarê wan derbeyan de jî wiha got, derbeya yekemîn 4ê Gulana 2016 çêbû. Ew jî serokwezîr Ahmed Davutoglu yê bi dengê sedî 49.5 ê gel bû serokwezîr, diçe qesrê û îstifaya xwe pêşkêş dike.

Kiliçdaroglu diyar kir, derbeya duyemîn, derbeya 15ê Tîrmehê bû.

Serokê CHPê derbarê derbeya sêyemîn de jî wiha got, ew jî ragihandina Rewşa Awarte ya 20ê Tîrmehê bû.

Derbarê sîstema serokatiyê de jî Kiliçdaroglu wiha got, ev sîstem Tirkiyê ber bi parçebûn û sîstema rêvebirina takekesî ve dibe.