Pêmerge û Heşda Şeibî bo şerê Hiwêce amade ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Amadekarî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî bo cibicîkirina proseya rizgarkirina navçeyên başûr û rojavayê bajarê Kerkûkê dest pê kiriye û Parêzgariya Kerkûkê jî paşxistina wê proseyeyê dixe stûyê hikûmeta Iraqê.
Di vê derbarê de Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, amadekarî bo cibicîkirina plana kontrolkirina navçeyên di destê DAIŞê de li başûr û rojavayê Kerkûkê di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de tên kirin, lê berpirsyatiya derengxistina plana rizgarkirina qezaya Hiwêce û navçeyên derûdora wê di stûyê hikûmeta Iraqê de ye.
Herwiha Kerîm amaje kir, mana wan navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê di destê DAIŞê de ji xelkê sivîl yên wan navçeyan re metirsîdar e.
Parêzgarê Kerkûkê ku ji medyayên Iraqî re ragihandibû, got, Parêzgeha Kerkûkê heta niha pêşwaziya 26 hezar malbatên koçber yên ji qezaya Hiwêce û derdora wê kiriye, heta niha jî koçberiya xelkê jî berdewam e.
Qezaya Hiwêce 45 k.m li rojavayê bajarê Kerkûkê ye, ji du salan ve di destê çekdarê DAIŞê de ye. Amadekarî û plana êrîşkirina ser wê qezayê hatiye dariştin. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kariye bergîriyê li navçeyên Kerkûk û derdora wê bike û beşeke mezin ji xaka wê nevçeyê di dema borî de ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kiriye.