Qurbaniyên teqîna Koyeyê bi xakê hatin spartin
K24 – Navenda Nûçeyan
Duh li qezaya Koye ya Başûrê Kurdistanê avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDKÎ) bi du teqînan hate armanckirin, di encamê de 7 kes şehîd bûn, îro bi merasîmekê bi xakê hatin spartin.
Şeva borî demjimêr 22.00 an di dema birêveçûna merasîma Şeva Yelda (Şeva Çela) ku di heman demê de roja jidayikbûna Sekreterê berê yê wê partiyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, du teqîn li pêş avahiya Polîtbîroa PDKÎ rû dan, di encamê de 4 Pêşmerge, 2 endamên hêza asayişê û endamekî Yekîtiya Lawan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Polîtbîroya PDKÎ di daxuyaniyekê de nasnameyên qurbaniyên şeva borî aşkere kir, bê ku ti aliyekî bi encamdana wan herdu teqînan tuhmetbar bike û ragihand, ku lêpirsîn û lêkolîn li ser çawaniya rûdana wê bûyerê berdewam in.
Merasîma veşartina şehîdên teqînên duh, bi amadebûna serkirdeyatiya herdu partiyên demokrat yên Rojhilatê Kurdistanê û endam, kadro û malbatên şehîdan û berpirsên îdarî û ewlehiyê yên qezaya Koyeyê birêve çû.