Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên Koyeyê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqînên şeva borî ya li pêş avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDKÎ) şermezar kir û ragihand, ew hemû hewl û karînên xwe bi kar tînin, encamderên vê tawana terorîstî bi yasayî bên cezakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqînên şeva borî ya li pêş avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDKÎ) şermezar kir û ragihand, ew hemû hewl û karînên xwe bi kar tînin, encamderên vê tawana terorîstî bi yasayî bên cezakirin.

Şeva borî demjimêr 22.00 an di dema birêveçûna merasîma Şeva Yelda (Şeva Çela) ku di heman demê de roja jidayikbûna Sekreterê berê yê wê partiyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, du teqîn li pêş avahiya Polîtbîroa PDKÎ rû dan, di encamê de 4 Pêşmerge, 2 endamên hêza asayişê û endamekî Yekîtiya Lawan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Deqa Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê jî wiha ye:

“Mixabin şewa 20 ber Çile ya 2016, li dema rêvresma Şewa Yalda, du êrişên terorîstî nêzîk binke yên Deftera Siyasî a PDK-IRANê li bajarê Koye rûdan û bi vê yekê 5 endamên vê partiyê û kadirekê asayişê şehîd bûn û hijmarek jî birîndar bûn.

Em zêdebarê bi tundî şermezar kirina vî êrişa terorîstî û yên ku li pişt vî êrişê ne, sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikin û hiviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Em hemû hewl û şiyanên xwe bi kar tînin ji  bo vê yekê encamderên vê tawana terorîstî bi yasayî bihên sizadan, tevî ewên ku li pişt vê tawana terorîstî ne. Hewl û pîlanên nexwastî dijî gel û neteweya me rastî şikist û pûçbûne dibin.

Em dubare silavan ji bo canê şehîdan dişînin û hêviya zû başbûne ji bo birîndaran dixwazîn.”

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

21-12- 2016